Îsraîlê dîsa êrîşî ser Sûriyeyê kir

heta niha îsraîl ti daxuyanî li ser mijarê nedaye.

Rojavayê Himsê bordiman kiriye.

Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê direngiya şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê bi tundî devera Quseyir li Rojavayê Himsê bordiman kirine.

Çapemeniya rejîmê behsa vê yekê dike ku di bordimanê de çend navçe hatine armanckirin lê sîstema berevaniya esmanî bersifa bordimanê daye.

Heta niha Îsraîl derbarê êrîşa han û zirarên êrîşê de ti zaniyarî belav nekiriye.

Weke tê zanîn Îsraîl berdewame li ser êrîş kirine ser çekdarên ser bi Îranê yên li Sûriyeyê û dibêje rê nadin Îran li Sûriyeyê pêgeha xwe bihêz bike.

N: E. G