Li Hewlêrê kesek bi 3kg madeyên hişber hate girtin

Kirîstal û tiryak pê re bûye.

Li sînorê Wertê hatiye girtin.

Birêveberatiya hêzên nehêştina madeyên hişberli Hewlêrê daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku îro hêzên wan karîne li devera Wertê kesek binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han, ev kesê ku hatiye girtin li cem wî 3 kg madeyên hişber hebûne ku 2 kg 500 giram tiriyak û 500 gram jî kirîstal bûye.

Kesê girtî xelkê Kurdistanê ye û temena wî jî nêzî 50 salane.

N: E. G