Amerîka û Ewrûpa Serokkomarê Tirkiyeyê mehkûm dikin

dibêjin Erdogan provakasiyonan çê dike.

Erdogan serdana Qibrisê kiribû û statûya navçeyekê guhert.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan serdana Qibrisa Bakûr kir û navçeya daxistî ya Mereşê vekir û statûya navçeyê guhert, Amerîk û Ewrûpayê bi tundî helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê protesto kirin û ragihandin ku ev helwest xizmeta herêmê nake beruvajî rewşa deverê aloztir dike.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku hewlesta Erdogan provaktîve û nayê qebûlkirin.

Serokê komîsyona YE Josep Borrell jî dilgiraniya YE li ser mijarê anî ziman û ragihand ku gava Erdogan zirarê dide asayîşa deverê.

Ji aliyeke din ve Yûnan û Başûrê Qibrisê jî bi tundî ev helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê şermezar dikin.

Weke tê zanîn herêma Mereşê di dema dagîrkirina qibrisê ji aliyê Tirkan ve, hatibû daxistin û şêniyên vê yên Rûm jî ji herêmê hatibûn derxistin û Erdogan jî duhê ev herêma han dîsa vekir.

N: E. G