Amarên nû hatin belav kirin

11 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Zêdetir ji 1000 kesên din bi Koronayê ketin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên taybet bi Koronayê di nava 24 seatên derbasbûyî de belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 78 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 611 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 723 berketiyên berê jî baş bûne û 11 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn ev çend roje hijmara pêketiyan gelek zêde bûye û rayedarên tendirostî jî huşdariya qewmîne karesateke mezin li Kurdistanê de didin.

N: E. G