Du leşkerên Îraqî hatin kuştin

3 leşkerên Îraqî jî birîndar bûne.

DIŞIê êrîşî ser hêzên leşkerî yên Îraqê kir.

Li gor çapemeniya Îraqê direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li navçeya Metîbîce ya ser bi parêzgeha Selahedînê êrîşî ser xaleke artêşa Îraqê kirine.

Li gor çavkaniyan di encama êrîşê de 2 leşkerên Îraqî hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.

Li deverê de artêşa Îraqê li dijî terorîstên DIŞIê dest bi operasiyoneke leşkerî kiriye.

N: E. G