Mesrûr Barzanî: Ev êrîş nîşaneya metirsiyên cidî yên terorê ye

dibêje bo rûbirû bûna terorê pêdiviya me bi hemahengiya zêdetir heye.

Serokwezîr dibêje pêdivî bi hemahengiya zêdetir heye.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê teqîna duhê bi şev ya li navçeya Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê peyamek weşand.

Serokwezîr di peyama xwe de hevdem li gel şermezar kirina teqîna han hevsozî û hevxemiya xwe bo kesûkarên qurbaniyan diyar kiriye û hêviya bilez başbûnê û birîndaran xwestiye.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de nivîsandiye: Ev êrîşa han nîşaneya cidî bûna metirsiyên terorê ye û bo rûbirû bûna terorê pêdiviya me bi hemahengiya zêdetir heye.

N: E. G