Hijmara kuştiyên teqîna duhê zêde bû

birîna hinek ji birîndaran gelek girane.

Duhê li bajarokê Sedir ya li Bexdayê teqîn çi bibû.
Li gor jêderên nûçeyan hijmara kesên ku di encama teqîna xwekujî ya duhê yaku li bajarokê Sedir (medîne Sedir) ya li Bexdayê çê bibû zêde bûye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku li gor amaran 35 kes canê xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne.
Duhê dema teqîn çi bibû hatibû gotin ku 10 kesan canê xwe ji dest daye û 13 kes jî birîndar bûne.
Teqîn bi rêya xwekujekî di nava cîheke qerebalix ya bazarê bajarokê Sedir de pêk hatibû û rayedarên ewlekarî jî dibêjin mimkune hijmara kuştiyan hîn zêdetir bibe jiber ku birîna hinek ji birîndaran gelek girane.
N: E. G