Fermana girtinê bo Fermandarekî polîs hate derkirin

vê lêkolînên kûr jî li ser bûyerê werin kirin.

Ferman ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazmî ve hatiye dayîn.

Li gor çapemeniya Îraqê jiber teqîna duhê bi şev ya li bazareke qerebalix ya li navçeya Sedir ya li Rojhilatê Bexdayê, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî fermanek der kiriye.

Mistefa Kazimî fermana girtina Fermandarê polîs yê ku erkê parastina ewlekariya deverê li stuya wî de bûye der kiriye.

Herwiha li ser fermana Mistefa Kazimî dest bi lêkolîneke kûr li ser teqîna duhê hatiye kirin.

Weke tê zanîn duhê li bazareke qerebalix ya navçeya Sedir teqîneke mezin çi bibû û di encama teqînê de 35 kesan canê xwe ji dest dabû û 60 kes jî birîndar bibûn.

N: E. G