Îran li Efxanistanê hêzeke nû ava dike

vê li dijî Talibanê şer bike.

Vê li dijî Talibanê şer bike.

Li gor çapemeniya Îranê, rejîma vê welatî dest bi amadekarî bo ava kirina hêzeke nû bi navê heşda şîe li Efxanistanê kiriye.

Çapemeniya Îranê belav kiriye ku armanca serekî ya koma çekdar ya heşda şîe yaku ji aliyê Îranê ve li Efxanistanê tê damezrandin, şerê dijî talibanê û belav kirina ola şîe li Efxanistanê ye.

Her çend ev hewlên Îranê bûne sedema dilgiraniya berpirs û rayedarên Efxanistanê, lê tê gotin ku Îran li ser ava kirina koma han biîsrare û kesên ku li Îraqê jî şer kirine bibin berpirsên koma çekdarên heşda şîe.

Weke tê zanîn li gel destpê kirina prosesa vekêşana Amerîkayê ji Efxanistanê, çekdarên Talibanê jî liv û tevgerên xwe zêde kirine û karîne beşeke gelek zêde ji erdnigariya Efxanistanê kontrol bikin.

N: E. G