Wezareta tendirostî: Karesat di rê deye

dibêje di nava 24 seatan de zêdetirîn hijmara berketî û miriyan hatiye tomarkirin.

Dibêje zêdetirîn hijmara berketî û miriyan hatiye tomarkirin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kiriye û têde huşdarî dide xelkê Kurdistanê.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê zêdetirîn hijmara berketiyan û miriyan hatiye tomarkirin û ev jî encama pêbend nebûna xelkê ye.

Wezaret herwiha diyar kiriye ku eger wisa berdewam be û xelk rêkarên xweparêziyê cîhbicîh neke vê karesatên mezin biqewmin û karesat jî di rê dene.

N: E. Ga