Peyama Serokê herêmê bo cejna Qurbanê

hêviya betlaneke xwe bo her kes dixwaze.

Serokê herêma Kurdistanê hêvî dike cejn di rewşeke baş de were pîrozkirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber hatina cejna qurbanê peyameke pîrozayî pêşkêş kir ku ev jî naveroka peyamê ye;

Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Qurbanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên emnî û tevahiya misilmanên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim, ji bo hemuyan cejn û bîhnvedaneke aram dixwazim.

Hêvîdarim cejn li gel xwe da aramî û xweşiyê bîne, dawî bi derd û pejikê bê, ji bo tevahiya mirovayetiyê jiyan asayî bibe û cejn û helkeftên xwe yên paşerojê di rewşeke baştir da pîroz bikin.

Bi vê minasebeta han bila em hemû bi takekesî û malbat û civakê ve peyam û wateyên cejnê bi lêborînî û pêkhatin û bi hevdû lê xweşbûnê, bikîn bingehek ji bo kûrkirina pêkvejiyan û hevdû qebûlkirin û aştewayiyê û em hemû pêkve bi yekrêz û tebayiyê, ji bo paşerojeke baştir ya Kurdistanê de alîkar bîn.

Daxwazê ji welatiyên xweşdivî dikim bi navê selametiya xwe û ezîzên xwe bi tevahî pêgirî rênimayî û rêkarên xweparêziyê bin. Cejn li tevahiya we pîroz be. Hemû salek bi xweşî û xwedayê mezin we hemûyan biparêze.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

19.07.2021