Nêzî 2 hezar kesên din bi Koronayê ketin

ev zêdetirîn hijmara çend mehên dawiye.

19 kes jî jiber Koornayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên nû yên Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 985 kesên di bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 976 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de hezar û 32 berketiyên berê jî baş bûne û 19 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Hêjayê gotinêye ku piştî çend mehan ev hijmara herî zêde ya berketî û miriyane ku li Kurdistanê de tê tomarkirin.

Ji aliyeke din ve her îro wezareta tendirostî huşdariya vê yekê dabû ku eger rewş wiha berdewam be vê mimkune karesatek biqewmiye.

N: E. G