Komên cîhadî li Efrînê lihev dan

hijmara kuştî û birîndaran nehatiye diyarkirin.

Kuştî û birîndarên wan hene.

Li gor zaniyariyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve yên ku li gel Tirkiyeyê bihevre Efrîn dagîr kirine, lihev dane.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku sedema pevçûn û lihev danê, lihev nekirine li ser dabeş kirina mal û milkan û pevçûn li devera Raco ya ser bi Efrînê çê bûye.

Pevçûn di navbera koma Ehrar Elşerqiye û tûgaya 9an ya qaşo artêşa nîştimaniya Sûriyeyê de çê bûye.

Tê gotin ku ji her du aliyan kuştî û birîndar hene, lê heta niha hijmar nehatiye diyarkirin.

N: E. G