‎Serokwezîr hêviya xweşî û aramiyê dike

hêviya xweşî û aramiyê bo xelkê dixwaze.

Jiber hatina cejna qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta hatina cejna qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku, ew jî naveroka peyamê ye;

Bi minasebeta cejna pîroz ya Qurbanê, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî misilmanên herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekarî yên navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim û hêvî dikim rojên cejnê di rewşeke aram û di nava xweşî û aramiyê de derbas bikin.

Di wan deman de mixabin ku hijmara berketiyên Koronayê bilind dibe, lewre daxwaz ji welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku pêbendî şîretên tendirostî û rêkarên xweparêziyê bin.

Cejna we pîroz be û Kurdistan jî hertim aram û awedan be.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî