Mistefa Kazimî: 3 caran xwestin min bikujin

dibêje jiber ku şerê navxweyî dernekeve bûye Serokwezîrê Îraqê.

Dibêje natirsim û berdewamim.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Elhedes ya Îraqî ragihandiye ku eger ev nebûna Serokwezîrê Îraqê, vê li Îraqê şer navxweyî destpê kiriba û armanca wî ji wergirtina postê Serokwezîriyê pêşî girtin ji derketina şerê navxweyî bûye.

Kazimî di berdewamiya hevpeyvîna xwe de diyar kiriye ku ji dema ku bûye Serokwezîr heta niha sê caran hewl bo teror kirina wî hatiye dayîn, lê hewlên han bêencam bûne û natirse û berdewame li ser erkê xwe.

N: E. G