Li ser sînor 18 welatiyên Sûrî hatin girtin

li devera Şingalê hatine girtin.

Ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.

Îro hêzên ewlekarî yên Îraqê li ser sînorê navbera Îraq û Sûriyeyê li nêzî Şingalê 18 welatiyên sûrî binçav kirin.

Li gor daxuyaniya hêzên ewlekarî ya Îraqê îro dema 18 welatiyên Sûrî ku xwestine bi awayeke derqanûnî ji Sûriyeyê derbasî Îraqê bibin li nêzî gundê Xebarê ya ser bi Şingalê ve, ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.

N: E. G