Du Xwepîşanderên din hatin kuştin

di nava hefteyekê de herî kêm 3 kes hatine kuştin.

Li parêzgeha Xûzistanê ya li Îranê hatine kuştin.

Ev nêzî 10 rojane ku li gelek bajar û bajarokên Îranê jiber nebûna av û elektirîkê xwepîşandanên grseyî têne organîzekirin.

Parêzgeha Xûzistanê ya li başûrê Îranê ku piraniya şêniyên vê jî Erbin, yek ji wan parêzgehane ku rastî kêm avî û bê elektirîkiyê hatiye û xwepîşandan têde berdewamin.

Li gor zaniyariyên berdest di xwepîşandana duhê bi şev ya li bajarê Sosengird ya li vê parêzgehê de, hêzên rejîmê du ciwanên xwepîşander kuştine.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku rejîmê hêzên xwe yên leşkerî li parêzgeha Xûzistanê xistiye nava amadebaşiyê de.

Weke tê zanîn di destpêka vê hefteyê de li Ehwazê jî Xwepîşandereke din bi destê hêzên rejîmê hatibû kuştin.

N: E. G