DIŞIê êrîş kir kuştî û birîndar hene

3 kes jî di encama êrîşê de birîndar bûne.


Herî kêm 2 kes hatine kuştin.
Li gor çapemeniya Îraqê direngiya şeva derbasbûyî li nahiyeya Hît ya li Parêzgeha Enbarê, terorîstên DIŞIê êrîşî ser kargeheke lim (qum) kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 2 kes hatine kuştin û 3 kesên din jî birîndar bûne.
Çapemeniya Îraqê belav kiriye ku piştî êrîşê terorîstên DIŞIê bo cîheke nediyar reviyane.
N: E. G