Agir bi navenda leşkerî ya Îmam Elî ket

cîhê mayîna karmendan şewitiye.

Ev navend li Zîqarê ye.

Li gor nûçeya çapemeniya Îraqê îro duşem danê sibê agireke mezin ber bûye navenda leşkerî ya hêzên asmanî ya Îraqê a Îmam Elî li parêzgeha Zîqarê.

Her çend heta niha sedema agirberbûnê nehatiye zelalkirin lê tê gotin ku hêzên hawar hatinê karîne beriya ku agir zirarên mezin bide navenda han, agirê vemirînin.

Tê gotin ku di encama agir berbûnê de tenê cîhê mayîna karmendan û çend kantînerên din şewitîne.

N: E. G