Wezareta tendirostî amadekariyan dike

hijmarek şîret jî pêşkêşî komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê hatine kirin.

Bo rûbirû bûna pêleke nû ya Koronayê amadekarî dike.

Li gor daxuyaniyeke wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi beşdariya nunerê WHO û bi gerînendetiya wezîrê tendirostî Saman Berzencî û beşdariya rêveberên giştî yên tendirostiya Kurdistanê civîneke berfire hatiye lidarxistin.

Di civînê de giftûgo li ser rêkar û amadekariyên nû yên wezareta tendirostî yên bo rûbirû bûna pêleke nû ya Koronayê hatiye kirin.

Di civînê de herwiha çend şîret jî weke raport hatine amadekirin û bo cîhbicîh kirinê pêşkêşî komîteya bilind ya rûbirû bûna Koronayê hatine kirin.

N: E. G