Amarên nû yên Koronayê hatin belav kirin

hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin.

Zêdetir ji 1400 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 456 kesên din bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 566 kese.

Di heman demê de 651 berketiyên berê jî baş bûne û 6 berktî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G