Li Bexdayê 10 kes hatin girtin

jiber mirina 4 kesan êrîşî ser nexweşxaneyê kiribûn.

Êrîşî ser nexweşxaneyeke Bexdayê kiribûn.

Li gor nûçeyeke ajansa Franspress, piştî ku jiber nemana oksîjenê li nexweşxaneya Kenedî ya li Bexdayê, 4 berketiyên Koronayê canê xwe ji dest dan, 10 kes bi çek êrîşî ser nexweşxaneya han kiribûn.

Ajansê belav kiriye ku hêzên ewlekarî yên Îraqê piştî bûyerê karîne bilez operasiyonek lidar bixin û ev her 10 kesên ku êrîş pêk anîbûn binçav bikin.

Ev her 10 kesên han kesûkarên yek ji wan nexweşan bûne ku jiber nemana elektirîkê amûra henasedanê li nexweşxaneyê jikar ketibû û canê xwe ji dest dabû.

N: E. G