Agir bi balefirxaneya Musenayê ket

sedema agir berbûnê nehatiye diyarkirin.

Hêzên hawar hatinê karîne agirê bilez vemirînin.

Li gor çapemeniya Îraqê îro danê sibê agireke mezin bi balefirxaneya Musenya ya li Bexdayê ber bûye.

Agir di nava depoyeke amûrên elektirîkê de pêketiye û beriya bigehêje depoya mûşekan hatiye vemirandin.

Li gor çapemeniya Îraqê eger agira han gehêştiba depoya mûşekan vê karesateke mezin li Bexdayê çi bûba.

Ti zirarên canî yên bûyerê nebûne û sedema bûyerê jî nehatiye zelalkirin.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî li bajarê Nasiriye ya li Zîqarê jî agireke mezin bi nexweşxaneyekê ketibû û di encam de zêdetir ji 60 kesan canê xwe ji dest dabûn.

N: E. G