AKP li xwe mokir hat

dibêje lazime lêpirsîn û lêkolînên cidî werin kirin.

Dibêje piştîvaniya xelkê bo AKPê gelek kêm bûye.

Parlementerê berê yê AKP û endamê komîteya navendî yê AKP Şamîl Teyar li ser hesabê xwe yê twitterê peyameke kurt nivîsandiye.

Şamîl Teyar di peyama xwe de beruvajî rayedarên din yên AKPê, li xwe mokir hatiye û nivîsandiye: Di nava 5 salên derbasbûyî de rêjeya piştîvaniya xelkê ji AKPê gelek kêm bûye.

Teyar herwiha nivîsandiye; Eger piştîvaniya xelkê ji AKPê ne weke piştîvaniya xelkê ya dema damezrandinê ye, vê demê lazime lêpirsîn û lêkolîneke cidî li ser sedemên vê yekê werin kirin.

N: E. G