Hêzên Îranî Xwepîşanderke kuştin

li piraniya bajarên Îranê xwepîşandan hene.

Li Ehwazê gule li ser Xwepîşanderan reşandine.

Ev çend roje jiber hebûna çend kêşeyan bi taybetî kêşeya elektirîk û avê li bajarên Îranê xwepîşandanên mezin têne kirin.

Di vê çarçoveyê de jî li Ehwazê ya li başûrê Îranê jî duhê êwarê xwepîşandanek hate kirin lê alozî û pevçûn di navbera xwepîşander û hêzên çekdar yên rejîma Îranê de derketin.

Di encama reşandina guleyan li ser Xwepîşanderan, Xwepîşanderek hate kuştin û çend Xwepîşanderên din jî birîndar bûn.

Weke tê zanîn îsal jiber hişkesaliyê li Îranê hem av kêm bûye û him jî kareba, lewre li piraniya bajarên Îranê li dijî rejîmê xwepîşandan tênekirin.

N: E. G