Sûriye bûye qada cerbandina çekên nû

tenê Rûsye zêdetir ji 300 cure çek cerbandiye.

Tenê Rûsye zêdetir ji 300 çekên nû cerbandiye.

Şerê navxweyî yê Sûriyeyê zêdetir ji 10 salane berdewame û ew welat bûye qada derketina komên radîkal yên çekdar û cîhadî.

Ji bilî vê yekê jî Sûriye bo welatên cîhanî û herêmî bûye qada cerbandina çek û amûrên nû yên leşkerî û teknolojîkî.

Di vê derbarê de wezareta berevanî ya Rûsyeyê diyar kiriye ku ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyeyê heta niha Rûsye bi giştî 320 çek û amûrên nû yên leşkerî li Sûriyeyê cerbandiye.

Wezareta berevanî ya Rûsyeyê herwiha diyar kiriye ku rêjeya bikar anîna çek û amûrên nû yên leşkerî yên serdemiyane di nava artêşa Rûsyeyê de ji sedî 70 derbas kiriye ku ev yek jî li cîhanê bêhempaye.

N: E. G