Biden Senatorê berê Jeff Blake bo balyoziya Tirkiyê berbijêr kiriye

li dijî Trump bû û gelek caran rexne li wî dikir.

Serokê Amerîka Joe Biden, Senatorê Komarî yê berê Jeff Blake bo balyoziya Tirkiyê kir berbijar.

Flake bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir Amerîka û Tirkiyê hevalbendên NATO'yê ne û da zanîn ku ew jiber baweriya Biden ya bo wî serbilind bûye.

Flake got: Ew bo her du welatên me jî di demeke girîng de karekî girîng e.’’

Flake ji sala 2013’yan heta 2019’an senatorê Arîzona bû û wî Serokê berê Donald Trump rexne jî dikir.

Peywendiyên Amerîka û Tirkiyê, di salên dawî de jiber danûstandina Enqere û Moskowê ya bo çekan, sîyaseta cihê ya li Sûriyê û ya li rojhilata Behra Sipî sar bûne.

Bi destkarî ve ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G