Pilana Îranê bo revandina Rojnamevanek hat pûçkirin

4 Îranî jî li Amerîkayê hatine girtin.

Dixwest li New Yorkê Rojnamevaneka jin birevênê.

Li gor çapemeniya Amerîkayê îstîxbarata Îranê hewl daye daku li bajarê New Yorkê Rojnamevaneke Amerîkî ya bi esil Îranî bi navê Mesîh Elînejad birevîne.

Çapemeniya Amerîkayê belav kiriye ku hêzên ewlekarî yên Amerîkayê bi pilana han hesiyane û karîne pilana han pûç bikin û dozê li hember çend karmendên îstîxbarata Îranê yên li Amerîkayê tomar bikin.

4 Îranî jî derbarê hewldana han de li Amerîkayê hatine girtin.

Rojnamevan Mesîh Elînejdar bi esil Îraniye û demeke ku li Amerîkayê dijî.

N: E. G