Tirkiye devera Til Refetê topbaran kir

zirarên gelek mezin yên madî jî çê bûne.

Herî kêm 5 welatiyên sivîl birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya navenda mafên mirovan ya Efrînê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, du rojan bi dijwarî devera Til Refetê topbaran kirine.
Li gor daxuyaniya navendê, di encama topbarana han de herî kêm 5 welatiyên medenî birîndar bûne ku birîna hinek ji wan girane.
Herwiha zirarên gelek mezin yên madî jî ber mal û xaniyên welatiyan ketine.
N: E. G