Belgeya kuştina kesên medenî hate belav kirin

li gor belgenameyê hêzên rejîmê 5 hezar û 210 kesên medenî kuştine.

Rejîma Esed zêdetir ji 5 hezar welatiyên medenî kuştiye.

Hevpeymaniya nîştimanî ya hêzên opozîsyona Sûriyeyê belgeyek eşkere kirine ku behsa kuştina kesên medenî di nava girtîgehên rejîma Sûriyeyê de dike.

Li gor belgenameya han di sala 2012an heta 2014an li nexweşxaneya leşkerî ya Ebdulqadir Şeqfe ya li bajarê Himsê hêzên rejîma Sûriyeyê 5 hezar û 210 kesên medenî bi eşkence kirinê kuştine.

Weke tê zanîn di sala 2015an de jî keseke din bi navê Sezer hinek belge li ser kuştin û eşkence kirina girtiyan li girtîgehên rejîma Sûriyeyê de belav kiribû.

N: E. G