Êrîşî navendeke leşkerî ya Amerîkî hate kirin

ti zirarek li pey êrîşê nebûne.

Êrîş li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye.

Malpera RT belav kiriye ku duhê bi şev bi mûşekan êrîşî ser yek ji mezintirîn navendên leşkerî yên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

RT li ser zarê çend çavkaniyên HSDê belav kiriye ku duhê bi şev li Parêzgeha Dêrazorê bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Amerîkî a bi navê Hequlomer hatiye kirin.

Mûşekên han armancên xwe nepêkane û li nêzî navendê ketine erdê.

Çavkaniyên HSDê ji RT re ragihandine ku çavkaniya avêtina mûşekan nediyare û ti zirareke êrîşê jî nebûye.

N: E. G