Li Îdlibê amadekariya şer tê kirin

dibêje Tirkiye û Rûsye hêzên xwe li deverê kom dikin.

Duhê balefirên Rûsî dever bordimankiribûn.

Li gor nûçeyeke rojnameya Şerq Elewset piştî ku duhê balefirên Sûrî û yên Rûsî derdorê çiyayê Zaviye û rêya M4 bordiman kirin, rejîma Sûriyeyê û artêşa Tirkiyeyê jî li deverê li dijî hev amadekariya şereke dijwar dikin.

Çavkaniya han belav kiriye ku hem Tirkiye û him jî rejîma Sûriyeyê hêzeke gelek zêde veguhastine devera çiyayê Zawiye û derdorê rêya navnetewî ya M4.

Çavkaniyê ev yek jî li ser zarê jêderên herêmî belav kiriye ku artêşa Tirkiye û komên radîkal yên ser bi Tirkiyeyê ve, weke bersifdana bordimana duhê ya Rûsye û Sûriyeyê, li başûr û başûrê Rojavayê Îdlibê dest kirine bi topbaran kirina pêgehên leşkerî yên rejîma Sûriye û komên din yên çekdar yên ser bi Sûriyeyê.

N: E. G