Îdîa: HSD û komên çekdar lihev kirine

di kirîdora han de vê liv û tevgerên bazirganî hebin.

Vê kirîdorek were vekirin.

Li gor zaniyariyên herêmî ku ji aliyê çapemeniya deverê ve hatine belavkirin, di navbera hêzên Sûriyeya demokratîk û komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve, ev çend care civîn û hevdîtin tên kirin.

Di encama wan civîn û hevdîtinan de di navbera HSD û komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve lihev hatinek çê bûye û li gor lihev hatinê, di navbera Serêkanî û Derbesiyê de vê kirîdorek were vekirin daku şêniyên wan deveran berhemên xwe bazar bikin û bifiroşin.

Ev kirîdora han vê li nêzî gundê Nûhad de tê vekirin û di nava kirîdora han de şêniyên wan deveran dikarin berhemên xwe bifiroşin û pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Heta niha ne HSD û ne jî komên çekdar yên ser bi Tirkiyeyê ve, li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

N: E. G