Di topbarana hêzên hikumeta Şamê de li Idlibê kuştî û birîndar çêbûn

herî kêm 8 kes hatine kuştin.

SOHR'ê ragihand ku di encama topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li dijî herêmên cuda yên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê de 8 kes hatin kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê îro herêmên cuda yên li çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin. Di encamê de 6 zarok, mêrek û jinek hatin kuştin.

Her wiha di encama topbarana li dijî herêmên navborî de, 16 sivîl jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku balafirên Rûsyayê 4 êriş li dijî herêmên Şêx Yûsif a aliyên rojavayî bajarê Idlibê pêk anîn.

Her wiha duh hêzên hikumeta Şamê gelek bajarokên “herêmên bêçek" topbaran kirin û çeteyên odeya operasyonên Fetih El-Mubîn baregehên hêzên hikumetê ya gundewarên rojavayî Hemayê kir hedef.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G