Sêyemîn projeya haidro pawer li Kurdistanê tê cîhbicîhkirin

proje li devera Dêrelûkê hatiye çêkirin.

Sedî 80 karên projeyê hatine cîhbicîhkirin.

Wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku bo zêdetir kirina asta berhem anîna elektirîkê li Kurdistanê de hikûmeta Kurdistanê berdewame li ser hewldanên xwe û di vê çarçoveyê de sêyemîn projeya haidro pawer tê cîhbicîhkirin.

Li gor daxuyaniya wezaretê, heta niha ji sedî 80 karên projeyê hatine cîhbicîhkirin û proje heta dawiya îsal temam dibe û bi temam kirina projeyê 37 mgavatên din yên elektirîkê zêde dibe û bi vê rengî jî kêşeya elektirîkê li Kurdistanê de tê çareserkirin.

Ev proje li geliya Reşafe ya li Dêrelokê li parêzgeha Dihukê hatiye çêkirin.

N: E. G