Fermandarekî Hizbulahê hate kuştin

raste rast ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin.

Li bajarê Dera ya Sûriyeyê hatiye kuştin.

Li gor zaniyariyên ku ji aliyê navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê ve yaku bi SHOR tê nasîn, Fermandarê çekdarên hizbulaha Libnanê yên li Sûriyeyê hatiye kuştin.

Nevendê eşkere kiriye ku Fermandarê kuştî navê xwe Arif Cehmaniye û di encama êrîşeke çekdarên nenas de li bajarokê Seyda ya ser bi Derayê hatiye kuştin.

Weke tê zanîn çekdarên hizbulah û çekdarên Fatimiyûn yên ku li Sûriyeyê ne, ser bi Îranin û raste rast ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin û şer bo rejîma Esed dikin.

N: E. G