Sûriye: Tirkiye demografiya Rojavayê guhertiye

dibêje dizî û talan kirin jî berdewame.

 

Dibêje bi navê NATO xaka Sûriyeyê dagîr kiriye.

Nunerê hertimî yê Sûriyeyê yê li civata giştî ya Netewên Yekgirtî Besam Sebax di gotareke xwe de yaku di civîna civata giştî ya NY de pêşkêş kiriye ragihandiye ku Tirkiye di bin navê NATO de axa Sûriyeyê li gel komên terorîst dagîr kiriye.

Besam Sebax herwiha eşkere kiriye ku êrîşên Tirkiye û komên terorîst yên bo ser deverên curbicur yên Sûriyeyê berdewamin.

Nav hatî eşkere kiriye ku Tirkiye beşeke zêde ji axa Sûriyeyê dagîr kiriye û li wan deverên ku dagîr kiriye ji bilî zidî û talan kirinê, demografiya jî guhertiye bi taybetî li Efrîn û derdorê.

N: E. G