Pevçûn li Silêmanî çê bû çend endamên asayîşê birîndarin

5 endamên asayîşê birîndar bûne.

Duhê bi şev li taxa Serçinar ya Silêmanî pevçûn qewmiye.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê direngiya şevê li taxa Serçinar ya bajarê Silêmanî di navbera hêzên asayîşê de ku xaleke kontrol kirinê danî bûn û hêzeke din de jiber kêşeyek pevçûn qewmiye.

Di encama pevçûna han de herî kêm 5 endamên asayîşê birîndar bûne.

Di pevçûnê de wan her du hêzan çekên giran jî li dijî hev bikar anîne û pevçûn zêdetir ji 30 deqîqeyan dom kiriye.

Heta niha aliyên fermî yên têkildar li ser bûyerê ti daxuyanî bo raya giştî belav nekirine.

N: E. G