Xelkê Ermenistanê li ser sidoqane

22 partî û 4 hevpeymanî beşdarin.

Îro hilbijartinên Parlementoyê têne kirin.

Îro danê sibê xelkê Ermenistanê bo hilbijartina nunerên xwe yên di nava Parlementoyê de çû ser sindoqên dengdanê.

Prosesa dengdanê ku bi dema Ermenistanê di seat 8ê sibê de destpê kiriye vê heta êwarê berdewam be.

Di hilbijartinê de 26 aliyên siyasî ku ji 22 partî û 4 hevpeymanan pêk hatine, beşdarin.

Di nava wan her çar hevpeymanan de partiya Serokwezîr Nîkol Paşîniyan û partiyên Serokên berê yên Ermenistanê jî hene.

Weke tê zanîn piştî şer 44 rojan ya di navbera Ermenistan û Azerbayicanê de, alozî li Ermenistanê derketin û xelk daxwaza dev ji kar berdana Serokwezîr Nîkol Paşîniyan dikir.

N: E. G