Beha Erecî: Tirkiye serweriya Îraqê binpê dike

dibêje hebûna pkk zirarê dide têkiliyên Îraq û welatên cîran.

Dibêje em vê yekê qebûl nakin.

Şêwirmendê asayîşa nîştimanî ya Îraqê Beha Erecî derbarê şer û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê di nava axa herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Şêwirmendê asayîşa nîştimaniya Îraqê Beha Erecî diyar kiriye ku Tirkiye bi hinceta PKKê serweriya axa Îraqê binpê dike û Îraq vê yekê qebûl nake.

Erecî herwiha diyar kiriye ku hebûna PKKê jî di nava axa Îraqê de zirarê dide têkiliyên navbera Îraqê û welatên cîran û hebûna PKKê di nava axa Îraqê de ne qanûniye.

N: E. G