YE: Serdana Tirkiyeyê nekin

dibêje hîn jî li Tirkiyeyê metirsiya Koronayê gelek zêdeye.


YE her du hefte carê lîsteya xwe nû dike.
Yekîtiya Ewrûpayê ku ji dema hatina Koronayê heta niha bi berdewamî daxwaz ji welatiyên Ewrûpî dike serdana Tirkiyeyê nekin û Tirkiye dixiste nava lîsteya welatên metirsîdar yên tendirostî, dîsa lîsteya xwe nû kir.
Di lîsteya YE de yaku duhê dîsa hatiye nûkirin, hatiye gotin ku li Tirkiyeyê hîn jî metirsiya Koronayê gelek zêdeye, lewre sefer kirin bo Tirkiyeyê ne ewleye û lazime şêniyên Ewrûpayê gelek baldar bin û eger neçar nebin serdana Tirkiyeyê nekin.
N: E. G