Serokwezîrê Kurdistanê li gel Fermanarê hêzên Îtalî civiya

dema pîwerdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.
کوردستان TV
100%

 

Dema erkdariya wî li Îraqê bi dawî hatiye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandarê hêzên Îtalî yên li Îraqê Francesco Princhî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro şemî 19ê Hezîrana 2021an me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên Îtalî li Îraqê Francesco Princhi kir ku jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî li Îraqê serdana me kiribû.

Me spasiya hikûmeta Îtalyayê kir bo piştîvanî û piştgîrî kirina hêzên pêşmerge di rûbirû bûna DIŞIê de û hêviya serkeftinê jî ji bo Jeneral Francesco di pîwerdariya nû de xwest.

Fermandarê giştî yê hêzên Îtalî li Îraqê jî behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera Kurdistan û Îtalyayê kir û stayîşa herêma Kurdistanê jî kir ku bûye panageheke aram bo aware û penaberan û navenda bihevre jiyana aştiyane ya li deverê de.

N: E. G

 

.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.