203 kesên din bi Koronayê ketin

9 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Zêdetir ji 450 berketî jî baş bûne.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezaretê, di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 203 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 126 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 464 berketiyên berê jî baş bûne û 9 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G