Li Almanyayê êrîşeke çekdarî pêk hat

kesek jî di encama êrîşê de birîndar bûye.

Di encama êrîşê de du kes hatin kuştin.

Li gor jêderên nûçeyan, îro danê sibê li kempeke bajarê Espelkamp ya li Rojavayê Almanyayê, kesekî çekdar êrîşî ser xelkê kiriye.

Li gor çapemeniya Almanî, di encama êrîşa han de du kes hatine kuştin.

Herwiha hate zanîn ku yek ji kuştiyan jin û ewê din jî zilame û herwiha kesek jî di encama êrîşê de birîndar bûye.

Heta niha polîsê Almanyayê li ser vê mijarê bi taybetî derbarê nasnameya êrîşkar de ti daxuyanî nedaye.

N: E. G