Jiber pevçûnan gelek zirar bi deverê gehêştine

di nava sê gundan de her yek zêdetir ji 2 miliyar dînar zirar çê bûne.

Zêdetir ji 10 donim bax û rez rastî zirarê hatine.
Şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiye û gerîlayên pkk li derdorê Kanî Masê hîn jî berdewame û di encama şer û pevçûnên han de bi miliyonan dînar zirar ber şêniyên wan deveran ketine.
Di vê derbarê de Qayîmiqamê Kanî Masê Serbest Sebirî ragihandiye ku tenê li Kanî Masê û derdorê zirar gehêştiye zêdetir ji 10 donim bax û rezên şêniyên deverê.
Serbest Sebrî herwiha eşkere kiriye ku jiber wan operasiyon û pevçûnan şêniyên gundên deverê rastî zirarên gelek mezin yên madî hatine û bi miliyonan dînar zirarên madî jî ber şêniyên gundên deverê ketine.
Nav hatî eşkere kiriye ku di sala 2021an de jiber şer û pevçûnan 5 gundên deverê hatine valakirin û sê gund ku yek ji wan gundê Mesîhiyane her yek zêdetir ji 2 miliyar dolar zirar ber wan ketiye.
N: E. G