Xanî bo penaberên kempa Şariya tên ava kirin

zirar gehêştibû 240 malbetan.

Serokwezîrê Kurdistanê biryar daye bo penaberan xanî werin çêkirin.
Piştî ku şewateke mezin di nava kempa Penaberan ya li Şariyayê ya li Parêzgeha Dihukê ber bû û zêdetir ji 400 çadir şewitîn, hikûmeta Kurdistanê demû dest hevkariyên pêwîst gehande penaberên kempê.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar daye daku di şûna vedana kon û çadiran bo wan penaberan bi pîrketan xanî di nava kempê de ji wan re werin çêkirin.
Di encama agir û şewatê de zirar bi 240 malbetan ketibû û niha jî bo tevahiya wan xanî têne avakirin.
Weke tê zanîn kempa Şariya li nêzî Simîlê ya li Dihukê ye û têde penaberên Êzidî dimînin.
N: E. G