Taliban çend navçeyên din yên Efxanistanê kontrol kir

di pevçûnan de herî kêm 20 leşkerên Efxanî hatine kuştin.

Piştî vekêşîna hêzên Amerîkî ev dever hatine kontrolkirin.

Çapemeniya Efxanistanê belav kiriye ku piştî destpê kirina prosesa vekêşîna hêzên Amerîkî yên li Efxanistanê, liv û tevgerên çekdarên Talibanê jî zêde bûne.

Li gor nûçeyên çapemeniya Efxanistanê, di wan rojên dawî de çekdarên Talibanê êrîşî çend dever û herêmên curbicur yên li Efxanistanê kirine û karîne 17 navçeyên din yên Efxanistanê kontrol bikin.

Hete zanîn ku di encama wan pevçûnan de herî kêm zêdetir ji 20 leşkerên Efxanî jî hatine kuştin.

Weke tê zanîn Serokê Amerîkayê biryar daye daku heta meha Îlonê tevahiya leşkerên Amerîkî ji Efxanistanê werin vekêşandin.

N: E. G