Serokwezîrê Yûnanê serdana Kurdistanê dike

Yûnan têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir dike.

Serokwezîrê Kurdistanê niha li Yûnanê ye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Yûnanê li gel Serokwezîrê vê welatî civiya û piştî civînê jî Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro înê 11ê Hezîrana 2021an li Atînaya paytext li gel Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Mitsotakis civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Yûnanê û pêşhatên dawî yên Îraq û deverê kir.

Di berdewamiya civînê de rixmî ku me behsa têkiliyên dostane yên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistanê û Yûnanê de kir, me xwesteka herêma Kurdistanê jî y abo pere pêdana zêdetir ya têkiliyên du alî diyar kir bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganî de û hêviya vê yekê xwest ku di dahatûyeke nêz de Serokwezîrê Yûnanê serdana herêma Kurdistanê bike.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Yûnanê jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana şanda hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir û serdana han bi serdaneke dîrokî wesif kir ku, yekem care Serokwezîrekî herêma Kurdistanê serdana Yûnanê bike. Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Mitsotakis di berdewamiya axaftinên xwe de amadebûna welatê xwe ya bo pere pêdana têkiliyên pir alî li gel herêma Kurdistanê diyar kir û balkêşande ser vê yekê ku di demeke nêz de li gel şandeke bilind ya Yûanî û Hêlbirînerên Yûnanî serdana Îraq û herêma Kurdistanê dike.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî, pêşhatên dawî yên deverê bi giştî, rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û şerê DIŞIê çend mijarên din yên civîna me bûn.

N: E. G