Alozî li Îdlibê dîsa destpê kirin

li devera Cebel Zaviye şer berdewame.


Xelk û şêniyên deverê aware dibin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro danê sibê dîsa li Idlibê alozî û pevçûnên berfire di navbera çîhadiyan û artêşa Sûriyeyê de çê bûne.
Jiber bordimana balefirên Rûsî û êrîşên hêzên rejîma Beşar Esed yên bo ser devera Cebel Zaviye, şêniyên deverê dest bi bicîh hêştina mafên xwe kirine û aware bûne.
Heta niha hûr giliyên zêdetir derbarê pevçûnan de nehatine belavkirin lê tê gotin ku êrîşên bejahî yên artêşa Sûrî û bordimanên balefirên Rûsî yên li deverê berdewamin.
N: E. G