Jiber şerê pkk û artêşa Tirkiyeyê 38 gund hatine valakirin

rixmî zirarên canî, gelek zirarên madî jî ber deverê ketine.

Komîteya karûbarên pêşmerge daxuyaniyek li ser mijarê belav kiriye.

Piştî serdana şanda hevbeş ya her du parlementoyên Kurdistan û Îraqê ya bo deverên sînorî yên herêma Kurdistanê li derdorê Amêdiyê û Zaxoyê, raporteke hevbeş hate amadekirin.

Her di çarçoveya heman serdanê de, komîteya taybet bi karûbarên pêşmerge di nava parlementoya Kurdistanê de diyar kiriye ku jiber şerê wan demên dawî yên di navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê li derdorê Zaxo û Amêdiyê bi giştî 38 gund hatine valakirin.

Komîteyê eşkere kiriye ku jiber wan pevçûn, bordiman û topbaranan geleke zirarên madî jî ber şêniyên deverê û jîngeha deverê gehêştine.

N: E. G